Kolberekî birîndarbûyî bo navendên dermanî yên Tewrêzê hate veguhastin
Kolberekî Kurd ê bi navê “Sidîq Tikabî”, temen 55 salî û xelkê bajarê Seqizê, piştî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bibû lê bi sedema korahiya birînên wî bo nexweşxaneya bajarê Tewrêzê hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, di encama teqeya wan hêzane de dest û piyê wî kolberî bi dijwarî birîndar bûne.
Roja Dûşemî 15`ê Xermananê, ew kolbere digel kolberekî din ê bi navê “Xebat Sadiqî”, temen 20 salî di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Birwêşkanî” yê ser bi bajarê Baneyê birîndar bibûn.
Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew du kolberane digel hejmarek din ji kolberan bi awayê rasterast dabûne ber gulleyan.
Ew du kolberane berê bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê û nexweşxaneya bajarê Seqizê veguhastibûn.