Kolbereke Kurd li ser sînorê bajarê Şinoyê hate birîndarkirin

18:47 - 10 Nîsan 2021

Roja Înê 20`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Hekîm Usmanî” yê temen 30 salî, kurê Salih û xelkê gundê “Mîravê” yê ser bi bajarê Şinoyê, li encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran li ser sînorê wî bajarî, hate birîndarkirin.  

Hêzên Spaha Pasdaran, bê agehdarkirina berê teqe li wî welatiyê Kurd kirine.

Li encama teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran, dest û pişta “Hekîm Usmanî” hatine birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên herêma Kurdistanê, hatiye veguhastin.