Kolberek xelkê bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da

17:18 - 15 Şibat 2022

Şeva Duşemî 25`ê Rêbendanê, kolberek Kurd ê bi navê “Azad Îsmaîlpûr” xelkê gundê “Kolese” yê ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve, canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de rastî wê bûyerê hatibû.

“Azad Îsmaîlpûr” xîzandar û bavê du zarokan e.

Di wê derheqê de roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, kolberek Kurd bi navê “Osman Bedrî” xelkê gundê “Wanîser” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bibû.