Kolberek Serdeştî li sînorê wî bajarî bi sedema sirê canê xwe ji dest da
17:04 - 4 Adar 2022
Şeva derdasûyî, kolberekê kurd yê bi navê “Mihemed Mela Wesûyî Werdê” xelkê gundê “Werdê” û rûniştiyê bajarê “Rebet”ê bi sedema sirê li sînorê “Serdeşt”ê canê xwe ji dest da.
Pêka çavkaniyek agehdar, ew kolberê Kurd li nêzî gundê “Dolebî” bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest daye.
Ew Kolberê Kurd bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe rû li sînorê bajarê “Serdeşt”ê kiribû, û rastî wê bûyerê hat.
“Mihemed Mela Wesûyî” xêzandare û bavê du zarokan e.