Kolberek li sînorê Newsûdê hat birîndarkirin

11:09 - 24 Kanûna pêşîn 2022

Roja Çarşemî 30`ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemedelî Hebîbî” yê xelkê gundê “Mensûr Aqayî” girêdayî bajarê “Şaho”yê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî de hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberê temen 50 salî kiribûn.

Di vê bûyerê de milê wî kolberî birîndar bibû û bo çareserîya pizîşkî bo navenda dermanî hatibû veguhastin.