Kolberek li sînorê Newsûdê bi sedema teqeya hêzên leşkerî, hate birîndarkirin
18:05 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2022
Êwara roja Pêncşemî 30ê Pûşperê li sînorê Newsûdê, kolberek Kurd ê bi navê “Ekber(Ekrem) Xudamuradî” xelkê gundê “Banî Sakan” ê girêdayî bajarê “Selasa Bawecanî” bi teqeya hêzên leşkerî birîndar bû.
Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û li nêzîk ve, teqe li wî kolberî kirine.
Di vê teqeyê de gozîng û serçoka vî kolberî bi gulleyên saçmeyî birîndar bûne.
Ew kolbere bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.