Kolberek li sînorê Baneyê birîndar bû

18:42 - 30 Gulan 2021

Sibedeha roja Yekşemî 9 Cozerdanê, kolberek ê bi navê “Mihemed Rehmanî”, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Ser Tezên”ê girêdayê bajarê Baneyê birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî bi awayê rasterast ew kolbere û girûpeke din li kolberan dabûne ber golleyan.

Ew kolbere li wê bûyerê de, piyê wî yê çepê şikestiye û serçok û rehên piyê wî, qut bûne.

Mihemed Rehmanî bi sedema dijwariya birîna wî, bo nexweşxaneya bajarê Sineyê hatiye veguhastin.