Kolberek li ser sînorê Şûşmê hate birîndarkirin

12:12 - 16 Şibat 2022

Şeva Duşemî 25`ê Rêbendanê, kolberek Kurd ê bi navê “Ferşad Rostemnijad” ê 23 salî û xelkê gundê “Şimşîr” ê ser bi bajarê Paweyê bi sedema teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê li ser sînorê Şûşmê hate birîndarkirin.

Hêzên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê ew kolbere dane ber gulleyan û milê navbirî yê çapê hatiye birîndarkirin.

Ev kolbere bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî hatiye veguhastuin.

Her di vê derheqê de şeva Duşemî 25`ê Rêbendanê, kolberek Kurd ê bi navê “Azad Îsmaîlpûr” xelkê gundê “Kolese” yê ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema berbûn ji bilindahiyan ve, canê xwe ji dest da.