Kolberek li ser sînorê Newsûdê, gozînga pêyê wî hate şikestin

17:31 - 23 Nîsan 2022

Roja Înê 2`ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Meysem Şefî`î” xelkê gundê “Kozeran” ê girêdayê bajarê Kirmaşanê, bi sedema berbûn ji bilindahiyên sînorê Newsûdê ve birîndar bû.

Ew kolbere di wê bûyerê de gozînga pêyê wî şikest û bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Li gor amara tomarkirî ji aliyê “Kurdpayê” li meha Xakelêweya îsal, bi giştî 26 kolber hatine kuştin û birîndarkirin (3 kuştî û 23 birîndar), ku hemû ew kolberane bûne qurbaniyê gulleyên hêzên leşkerî.