Kolberek li ser sînorê Newsûdê birîndar bû

18:35 - 21 Îlon 2021

Roja Duşemî 29`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Burhan Yûsifî”, xelkê bajarê Selasa Bavacanî, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê, hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û û bi awayê rasterast teqe li wî kolberê Kurd kiribûn.

Di wê bûyerê de, ranê “Burhan Yûsifî”  birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li kêmtir ji du heftiyên derbasbûyî li ser sînorên Merîwan, Bane û Serdeştê, 4 kolberên Kurd kirine armanca teqeyên xwe yên rasterast û kuştine.