Kolberek li ser sînorê bajarê Pîranşehrê hate birîndarkirin

17:25 - 12 Gulan 2021

Roja Duşemî 20`ê Banemer, kolberekî Kurd ê bi navê “Ako Qadirî”, xelkê gundê “Maşkan”ê ser bi bajarê Pîranşehrê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de, hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê ew kolbere digel hejmarek din ji kolberan, bi bê agehdarkirina berê, dane ber gulleyan.

 “Ako Qadirî”, bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pîranşarê hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya wî nebaş hatiye ragihandin.