Kolberek li ser sînorê bajarê Baneyê hate birîndarkirin

18:06 - 11 Gulan 2021

Roja Yekşemî 19`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Eyûb”, temen 27 salî û xelkê bajarê Seqizê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê bajarê Baneyê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê û bi teqeya rasterast, ew kolberê Kurd dane ber gulleyan.

Ew kolbere, bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selaheddîn Eyûbî” ya bajarê “Banê” hatiye veguhastin.

Di vê derheqê de, roja Pêncşemî 16`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Nadir Sabirî” yê  kurê “Biraxas”, xelkê gundê “Tîleko” û rûniştiyê bajarê Kamiyaranê, bi sedema teqîna mîn li ser sînorê bajarê “Newsûdê” birîndar bû.