Kolberek li ser sînorê bajarê Baneyê canê xwe ji dest da

17:28 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Dûşemî 4`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Fereydûn Salihî” xelkê bajarê Bokanê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal”ê girêdayê bajarê Baneyê canê xwe ji dest da û çendîn kolberên din jî birîndar bûne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdar kirina berê teqeya rasterast li wan kolberane kirine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiye: “Kolberên birîndarbûyî di wê bûyerê de, bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê hatine veguhastin. 

Wê çavkaniyê agehdar gotiye ku malbata wan kolberan bo nîşandana nerezayetiya xwe li hember kuştina kolberan, li ber deriyê nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê kombûn lidar xistine. 

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, termê “Fereydûn Salihî”, radestî malbata wî nekirine.