Kolberek Kurd li sînorê “Serdeşt”ê hat birîndarkirin

12:36 - 11 Adar 2022

Roja Pêncşemî 19ê Reşemê, Kolberekî Kurd bi navê “Keywan Qadirî” temen 27 salî, xelkê bajarê “Serdeşt”ê bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî har birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî Kolberî û komek ji kolberên din kirine.

Ew Kolber bi sedema teqeya hêzên leşkerî zik û destê wî yê rastê bi dijwarî birîndarbûye û bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneyekê, li bajarê “Urmiyê” hatiye veguhastin.

 “Keywan Qadirî” xêzandar û bavê zarokane.

Di vê derheqê de roja Sêşemî 17ê Reşemê, 3ê Kolberên din yên bi navên “Pûriya Ebdulrehmaînijad, Pêjman Ebdî û Mensûr Ebdî” xelkê bajarê “Selasa Bavecanî” Bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Newsûd”ê hatine birîndarkirin.