Kolberek Kurd li ser sînorê Baneyê hate birîndarkirin

13:51 - 8 Hezîran 2022

Roja Duşemî 16ê Cozerdanê, kolberek Kurd yê bi navê “Simko Xizirnijad” temen 36 sal û xelkê bajarê “Mihabad”ê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li sînorê “Bane”yê hat birîndarkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî di mewdayek nêz de bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê “Hengejale” teqe ji wî kolberê Kurd kirine.

Herwisa wê çavkaniyê basa vê yekê jî kiriye: “Ew kolbere bi sedema berkevtina gulleyên saçmeyî demûçav û stûyê wî birîndar bûye.” 

“Simko Xizirnijad” bo tedawiya pizişkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.