Kolberek Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndarbû

17:37 - 6 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 15ê Befranbarê, kolberek Kurd ê bi navê “Hatemullah Veysî”, xelkê bajarê “Ciwanro”yê, bi sedema berbûn ji bilindahiyê, li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew kolbere di dema lipeykevtina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de rastî wê bûyerê hatibû.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Milê navbirî şikestiye û bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, şeva Yekşemî 12ê Befranbarê, du kolberên Kurd ên bi navên “Omer Yaqûbî”, xelkê gundê “Kilaşbaxan” û “Selah Şamuradî”,xelkê gundê “Zêran”ê ser bi bajarê “Ciwanro”yê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.