Kolberek Kurd li ser sînorê bajarê Baneyê birîndar bû

10:23 - 18 Şibat 2022

Roja Çarşemî 27`ê Rêbendanê, kolberê Kurd ê bi navê “Se`idî Zeynî” xelkê bajarê Baneyê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndar bû, û bo nexweşxaneya “Selahedîneyûbî” ya wî bajarî hate veguhastin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd li ser sînorê “Sertezîn” a girêdayê bajarê Baneyê birîndar kirin.

Her di vê derheqê de jî, êvareya roja Duşemî 25`ê Rêbendanê, kolberek din yê Kurd ê bi navê “Ferşad Rostemnijad” 33ê salî û xelkê gundê “Şemşîr” a girêdayê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê “Şûşmê” birîndar bû.