KOLBEREK KURD LI BANEYÊ HATE KUŞTIN

15:10 - 5 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Kolberek din ê Kurd xelkê Baneyê di encama teqeya rasterast a Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê de Jiyana xwe ji dest da.

Pêka rapora Kurdpayê, “Emîr Ehmedî” temen 30 Salî kurê Şerîf û xelkê gundê “Hengejale” a Baneyê li Kurdistana Îranê, di encama teqeya Hêzên Komara Islamî de can da.

Heya belavbûna wê Nûçeyê termê wî li Nexweşxaneya Baneyê tê rawestandin û nedane malbata wî.

Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, di 13 rojên bihorî de 7 Kolberên Kurd bi destên Hêzên Ewlehiye Komara Islamî a Îranê hatine kuştin û 7’ên din jî birîndar bûne.