Kolberek Kurd bi sedema teqîna mînê li ser sînorê Newsûdê birîndar bû

16:37 - 9 Kanûna Paşîn 2022

Roja Şemî 18ê Befranbarê, kolberek ê bi navê “Osman Mihemedî”, kurê “Ehmed”, xelkê gundê “Heşmer”ê ser bi bajarê Selasa Bavecanî, bi sedema teqîna mînê li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî birîndar bû û ji aliyê pêyek wî seqet bû.

Ew kolbere di dema lipeykevtina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de rastî wê bûyerê hatibû.

“Osman Mihemedî” bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hate veguhastin.

Roja Pêncşemî 9ê Gelawêja sala1399an, birayê wî kolberî yê bi navê “Vezîr Mihemedî”, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê Newsûdê canê xwe ji dest dabû.