Kolberek Kurd bi sedema ravestana dil canê xwe jidest da

17:12 - 20 Şibat 2022

Roja Yekşemî 1`ê Reşehê, kolberê Kurd ê bi navê “Elî Dervêşanferd” xelkê bajarê Selasabawecanî, bi sedema ravestana dil, li ser sînorê Newsûdê canê xwe jidest da.

Ew kolberê Kurd şeva derbasbûyî bona kolberiyê çûbû sînorê Newsûdê, piştî hilgirtina barê giran li bin zexta sirr û barîna berf û baranê, li dema gihîştina cihê radestkirina barê xwe, dilê wî radiveste û cane xwe jidest dide.

Ew kolberê Kurd, nêzî 50 sal temen hebûye û termê wî bo pizîşkê yasayî ya bajarê Kirmaşanê hate veguhastin.