Kolberek ji bilindahiyên çiyayê “Tete” li Hewramanê birîndar bû

18:11 - 1 Gulan 2021

Şeva Çarşemî 8ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Rehmetulla Qadirnijad”, yê xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, ji bilindahiyên çiyayê “Tete” li Hewramanê bi dijwarî birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdarkirina berê, ew kolber û hejmareke din ji kolberan dane ber gulleyan.

Ew kolberê Kurd, bi sedema kûrahiya birînên xwe, bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Sineyê hatiye veguhastin.