Kolberek dinê yê Kurd bi teqeya Hêzên Dewleta Îranê hat birîndar kirin

20:08 - 11 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê herêma Pîranşehrê seva teqeya hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê li cihekê binavê “Dola Avxwarê”hat birîndar kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Dûşem berwar 10’ê Hezîrana 2013’an kolberek Kurd binavê “Resûl Balvêz” kurê Elî û xelkê gundê “Xalidar”a ser bi Pîranşehrê bi teqeya rasterast a hêzên Îranê hate birîndar kirin.

Bi gotina şahidan, Kolberê Kurd bi du Fîşekan ku li pişta vî kevtine,jibo çareseriyê bo nexweşxaneya bajarê Pîranşehrê hatiye şandin.

Li heman demê de pitir ji 10 hesp û barhilgirê welatiyan bi destê hêzên dewleta Îranê hatine kuştin.