Kolberek din li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

18:47 - 24 Nîsan 2022

Roja Şemî 3`ê Banemerê, hejmarek ji kolberên Kurd  li ser sînorê Newsûdê rastî teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin û di encamê de kolberekî Kurd ê bi navê “Îhsan Keremî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd di wê bûyerê de destê wî birîndar bû û bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew kolbere digel hejmarek ji kolberên din dane ber gulleyan.

Her di vê derheqê de, êvareya heman rojê, kolberekî din ê bi navê “Îsmaîl Sebokrû” xelkê bajarê Rewanserê, bi gulleyên saçmeyî yên hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Şûşmê hatibû birîndarkirin.