Kolberek din li ser sînorê bajarê “Şûşmê” bû qurbaniya teqîna mînê

17:31 - 22 Şibat 2022

Êvareya roja Duşemî 2`ê Reşeme, kolberek Kurd ê bi navê “Erkan Mehmûdî” temen 25 sal, kurê “Baram” û xelkê gundê “Mîrelî” yê girêdayê devera Bayingan a ser bi bajarê Paweyê, bi sedema teqîna mînekê li bilandahiyên sînorê Şûşmê li bajarê Newsûdê bi awayek dijwar birîndar bû.

Lingê wî kolberê Kurd yê rastê bi sedema kevtin bi ser mînê de, bi awayek dijwar birîndar bû.

“Erkan Mehmûdî” bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Quds a ser bi bajarê Paweyê hate veguhastin û niha di bin tedawiya pizîşkî de ye.

Sînorê Şûşmê ser bi parêzgeha Kirmaşanê tejî ji mîn û alavên teqemenî ne ku gelek caran kolber û welatiyên wê deverê dibine qurbaniya mînên xirnekirî yên serdemê şerê 8 sale yê di navbera Îran û Îraqê de.  

Her di vê derheqê de roja Sêşemî 21`ê Befranbarê, kolberek Kurd ê bi navê “Yasir (Mensûr) Sehrayî” temen 31 sal, xelkê gundê “Kolese” yê girêdayê bajarê Ciwanroyê, bi sedema teqîna mînê li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bibû.

Herwisa roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, kolberek Kurd ê bi navê “Osman Bedrî” xelkê gundê “Vanîser” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bibû.