Kolberek din li ser sînorê bajarê Banê ji aliyê hêzên leşkerî ve hate kuştin

17:27 - 22 Îlon 2022

Roja Çarşemî 30`ê Xermananê, kolberek Kurd ê bi navê “Kerîm Asmanî” temen 47 salî û kurê Şerîf û xelkê gundê “Necna serê” yê girêdayî bajarê Banê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” ê girêdayî bajarê Banê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê agehdarkirina berê û ji nêzîk ve, ew kolberê Kurd dane ber teqeya rasterast a gulleyên xwe.

Ew kolbere xîzandar û bavê şeş zarokan e.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 29`ê Xermananê, kolberek Kurd ê bi navê “Bihadîn Ehmedpûr” temen 33 salî û kurê Xerîb û xelkê gundê “Hac Ebdal” ê girêdayî bajarê Seqizê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Banê canê xwe ji dest da.