Kolberek din ê xelkê bajarê Serdeştê li ser sînorê Banê hat birîndarkirin

18:48 - 4 Îlon 2022

Roja Pêncşemî 10`ê Xermananê, kolberek bi navê “Mihemed Eslanî” temen 36 salî û xelkê gundê “Kunemişkê” ya girêdayî bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Banê hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û ji nêzîk ve teqe li wî kolberê Kurd kirin.

“Mihemed Eslanî” xîzandar û bavê du zarokan e.

Her di vê derheqê de, di heyama çend rojên derbasbûyî de, kolberek bi navê “Ebdullah Cebarzade” xelkê bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê “Nokan” a girêdayî wî bajarî, hatibû birîndarkirin.