Kolberek din ê Kurd li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Baneyê hat birîndarkirin

18:16 - 14 Îlon 2022

Roja Duşemî 21ê Xermananê, kolberekî din ê bi navê “Hîwa Ehmedî”, temen 30 salî û xelkê gundê “Mîrava”yê ser bi bajarê “Bane”yê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Hengejal”ya ser bi bajarê Baneyê hat bînindarkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew kolberê Kurd di vê bûyerê de dest û stûyê wî birîn bûne.

Herwisa vê çavkaniya agehdar da xuyakirin: “Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberî kirine.

Ew kolberê Kurd bo çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê hatiye veguhastin.

Di vê derheqê de, roja Duşemî 21ê Xermananê, du kolberên bi navên “Xaliq Hemzepûr” û kurê “Ezîz” ê xelkê gundê “Minîcelan” û “Talib Xefûrî”, kurê “Ebûbekir” ê xelkê gundê “Hencênê” ser bi bajarê Baneyê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Hengejal”ê hatine birîndarkirin.