Kolberek din bi gulleyên saçmeyî li ser sînorê Şûşmê birîndar bû

17:30 - 24 Nîsan 2022

Êvareya roja Şemî 3`ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Îsmaîl Sebokrû” xelkê bajarê Rewanserê, bi gulleyên saçmeyî yên hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Şûşmê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew kolbere, digel hejmarek ji kolberên din dane ber gulleyên xwe.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 1`ê Banemerê, sê kolberên xelkê bajarên Ciwanro û Kamêranê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê û berbûn ji bilindahiyên sînorê Şûşmê hatibûne birîndarkirin.