Kolberek bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê hat birîndarkirin
18:37 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022
Roja Sêşemî 4`ê Gelawêjê, kolberek bi navê “Celîl Kerîmî” xelkê gundê “Şirkan” a girêdayî bajarê Pawê, bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê, hat birîndarkirin.
Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û di mewdayekî nêzîk de teqe ji wî kolberî kiribûn.
Ew kolbere di wê bûyerê de, çoka wî birîndar bûye û bona tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Pawê hatiye veguhastin.
“Celîl Kerîmî” xêzandar û bavê sê zarokan e.