Kolberek bi sedema sir û seqemê li ser sînorê bajarê Selmasê canê xwe ji dest da

17:59 - 25 Adar 2021

Şeva Çarşemî 4`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Fehîm Mamedî Qizilkend”, temen 35 sal û xelkê bajarê Selmasê, bi sedema sir û seqemê li ser sînorê wî bajarê canê xwe ji dest da.

Ew kolbere di dema kolberiyê de, bi sedema sir û seqema tund rêya xwe wunda dike û di encama sir û seqemê de canê xwe ji dest dide.

Termê wî kolberê Kurd, bo nexweşxaneya bajarê Selmasê hatiye veguhastin û heya niha jî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Fehîm Mamedî Qizilkendî, xizandar û xwediyê du zarokan e.