Kolberê birîndarbûyî yê Serdeştî çavê xwe yê çepê jî ji dest da

17:42 - 3 Adar 2022

kolberê Kurd ê temen 24 salî“Fuad Mehdî Îbrahîmiyan”, xelkê bajarê Serdeştê ku bi sedema teqîna mînê li ser sînorê bajarê “Bane”yê lingê xwe yê rastê ji dest dabû çavê xwe yê çepê jî ji dest da.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de, bi ajansa “Kurdpa” yê re ragihand: “Çavê wî kolberê Kurd yê çepê li nexweşxaneya “Nîkokarî” li bajarê “Tewrêzê”, hatibû neştegerî kirinê, lê bi sedema kurahiya birînên bi sedema teqîna mînê, çavê xwe yê çepê jî ji dest da.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn ku ew Kolbere li nexweşxaneya “Îmam Reza” li bajarê “Tewrêzê” li bin tedawiya pizîşkî de ye.

Lingê wî kolberê Kurd yê rastê di nexwşxaneya “Îmam Reza” li bajarê “Tewrêzê” piştî neştergerî kirinê hate birîn û herwisa çavê wî kolberê Kurd yê çepê li roja Yekşemî 8`ê Reşemê di nexwşxaneya “Nîkokar” li bajarê “Tewrêzê” neştergerî bo hatibû kirin.

Roja Duşemî 2ê Reşemê, “Fuad Mehdî Îbrahîmiyan” digel du Kolberên din ên xelkê bajarê “Serdeştê” bi sedema teqîna mînê li sînorê “Hengejal” ê ser bi bajarê “Bane”yê bi dijwarî birîndar bibûn û di destpêkê de bo nexwşxaneya “Selahedîn ê Eyûbî” li bajarê “Bane”yê hatibûne veguhastin.