Kolber û kasibkarekî Kurd bi gullereşandina hêzên hikûmetê canê xwe ji dest dan

10:48 - 26 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: bi hegera gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di bajarên “Şino û Pîranşar”ê de, kasibkarek û kolberekî xelkê Selmas û Mihabadê, canê xwe ji dest dan.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 3`ê Sermawezê, li ser sînorê bajrê Şino, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, desteyek li kasibkatrên Kurd ên bajarê Mihebadê dane ber gulle reşandina rasterast, di vê encamê de, kasibkarekî bajarê Mehabadê canê xwe ji dest da.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê ragihand, nasnama wî kasibkarê Kurd bi navê “Simko (Isma`îl) Qadirniya)” kurê “Elî” û xelkê taxa “Pişt tep” a bajarê Mihabadê ye.

Ew Kolberê Kurd li ser sînorê bajarê Şinoyê rastî gulereşandina hêzên leşkerî hatibû.

Ji aliyekî din ve, her di wê rojê de, Kolberekî Kurd, yê xelkê yekek ji gundên bajarê Selmasê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, canê xwe ji dest daye.

Nasnama wî Kolberê Kurd, “Nasir Muradpûr” kurê “Ebdulah”, xelkê gundê “Koze Reş” a girêdayî bajarê Selmasê hatiye ragihandin.