Kolana neyasayî ya şonewarên dîrokî

15:15 - 23 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Şonwareke dîrokî ya bajarê Şinoyê a girêdayî parêzgeha Urmiyê, ji aliyê hin kesên helperest hatiye koland in.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Qelatige Hesennûran” ku yek ji şonewarên dîrokî a bajarê Şinoyê tê hesabandin, ji aliyê hin kesên neyasayî ve hatiye koland in.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye xuyakirin ku, ev kesane di roja rohin de dest bi kolandina neyasayî ya “Qelatige “a Şinoyê kirine û navendên hikûmetî jî di vê derheqê de, bê deng mane.

\"\"Vê çavkaniya Agehdar ev yeka jî zêde kiriye: Ev kesên helperest dest bi teqekirin û gef xwarina ji xelkê vê deverê kirine, û bi rihetî dest bi talankirin û vêrankirina vê şonewara dîrokî û biqîmet kirine.

Hevwelatiyên vê deverê li ser vê baweriyêne ku ev asewara dîrokî ji aliyê kesên girêdayî Spaha Pasdaran û navendên hikûmetî ve hatiye koland in û her bi vê sedemê ye jî ku îdareya Mîratê, tu bodceyek bo parastina vê destnîşan nekiriye û tu derhek jî bo çavdêrîkirina li ser şonwarên dîrokî tune ye.

Herwisa bi sebeba betalî û hejariya di deverên Kurdistanê de, hin kes dest bi kolana neyasayî ya cihên dîrokî û mîratên Kurdistanê dikin.

Li gorî raportên çavkaniyên cihê baweriyê, navendên ewlekariyê bi taybet hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran, di kolan û dizîna mîrat û tiştên dîrokî di deverên Kurdistanê de dest hene, û digel qaçaxçiyên cîhanî hevkariyê dikin.