Koberekî din yê Kurd hate birîndarkirin

20:44 - 27 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Di encama gullereşandina berdewam ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser kasibikar û kolberên Kurd, dîsan kolberekî din yê Kurd hate birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 6`ê Banemer, kolberê Kurd yê bi navê “Hamid Eslan”, xelkê gundê “Bêwran” a girêdayî bajarê Serdeştê, bi sebeba gollereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndarbû.

Nûçegihanê “Kurdpayê” li bajarê Serdeştê ragihandiye: Ew kolberê Kurd li cihê bi navê “Zîniwî Kewan” li nêzîkî gundê “Bêtûş”ê rastî teqeyê rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatiye û di encam de jî, birîndar bûye.

Pêka agahiyan ew kolberê Kurd bi sedema kûrahiya birînan, ev bo tedaviyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê veguhastine.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 2`ê Banemer, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li cihê bi navê “Pirde Rûxaw” teqe li kolberekî din yê Kurd li bajarê Serdeştê kirine, û di encama gollereşandina rasteras ya hêzên leşkerî yên Îranê ev kolberê Kurd canê xwe ji dest daye.

Kolberê Kurd yê bi navê “Tahîr Diranig” temen 35 salî û kurê Ebdula, xelkê gundê “Sinciwêyî” a girêdaiy bajarê Serdeştê bûye û navbirî xwediyê zarokane.