Kobanê piştî 3 rojan ji qirêja DAÎŞ`ê paqij bû

21:40 - 28 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Roja pêncşemî 25`ê Hezîranê, hejmarek çekdarên DAIŞ`ê berbanga sibehê derbasî Kobanê bûn û bi sedan xelkê sivîl şehîd û birîndar kirin. Piştî 3 rojan ji aliyê YPG`ê û YPJ`ê ve çeperên DAÎŞ hatin şikandin û ew bi tevahî hatin kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan zêdeyî 100 çekdarên DAÎŞ`ê ji hêla Tirkiyê ve derbasî Kobanê bûn û bi sedan welatiyên Kurd ên sivîl şehîd û birîndar kirin, lê di encamê de ew hemû ji aliyê hêzên Kurdî ve hatin kuştin.

Li ser vê komkujiya hov a DAÎŞ li Meha poîroz a Remezanê, Rêveberiya Kantona Kobanî ragihandibû, di encama êrîşa DAÎŞ ya roja 25`ê Hezîranê, 231 welatiyên Sivîl şehîd ketin û zêdeyî 267 ji sivîlan jî birîndarbûn ku heya niha 8 ji wan birîndaran li bakûrê Kurdistanê jiyana xwe jidest dane.

Wê çavkaniyê herwiha amaje bi vê yekê ji kir ku di nav çend rojên borî de li Kobanî 60 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 9 çekdar jî dîl hatine girtin.
 
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji li ser karesata Kobanê viha şirovekiribû:“Çekdarên DAIŞê otombêlên bombekirî li deriyê sînorî yê Murşitpinarê teqandibûn û bi dehan welatî li wir kuştibûn.”

Çavkaniyeke agah li Kobanê jî medyayên Rojava re ragihandibû ku piştî êrîşa hejmarek çeteyên DAÎŞ bi ser Kobanê, firokeyên hevpeymanan ew çekdarên li gundê Berx Batan bombebaran kirinibûn.

Herwiha hatiye belavkirin ku çend çekdarên DAÎŞ yên ku bi kincên gerîla ketinî Kubanê, dema bi serneketin porên xwe qut kiribûn û ji Kobanê revîyabûn, lê şervanên YPG nehîştibûn ew bi selametî bifilitin.

Hêjayî gotinê ye çekdarên DAIŞ`ê dema ketinî Kobanê, bi guleyan êrîşî welatiyên sivîl kiribûn û bi kincên gerîla û hêzênVulkana Firat derbasî nava bajêr bibûn.

Bajarê Kobanê roja 26`ê Çileyê ji aliyê şervanên kurd, Pêşmergeyên Kurdistanê û firokeyên Koalîsyonê ve hatibû azadkirin. Ew cara duyemîn e ku Kobanê bi berxwedana şerwanên YPG û YPJ ji çekdarên terorîs ên DAÎŞ rizgar dibe.