KMMK-G: Bila şerê birakujî bi dawî be

16:38 - 25 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Mefên Mirovan a Kurdistanê (Îran-Jenêv), tevî şermizarkirina şer û pevçûnên li navbera PKK û PDKÎ, ew bûyera diltezîn gor berjewendiyên dijminên Kurdan dan zanîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh yekşemî 24`ê gulanê navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) şer û pevçûn derket holê û di encamê de pêşmegyekî jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (Îran-Cenêv) ku PKK sebebê destpêkirina wî şerî destnîşan kiriye,( tevî hemû nakokiyan) bi veşandina daxuyaniyekî ji herdû aliyên siyasî yên Kurd PKK û PDKÎ xwestiye, bi rêya gotûbêjan dawî bi şerê bira kujî bînin.

Wê navendê amaje bi vê yekê jî kiriye:“Şer û pevçûn di navbera du partiyên Kurdî , tenê bi sûd û qazancên neyarên Kurd, nemaze hikûmeta îslamiya Îranê de ye”.

Di beşek ji gotinên wê Rêxistinê de wek daxuyanî hatiye: “Em kesên ku dibin sedemê şerên birakujî şermizar dikin û ji du aliyên ku di şer de ne daxwaz dikin, bi rêya diyalogê lihevbikin û dawî bi nakikiyan bînin”.

Di beşeke din ya wê daxuyaniyê de ku kopiyeke vê gihîştiye berdest ajana nûçegihaniya Kurdpa de hatiye: “Em xebata partiyên rojhilatê Kurdistanê, bo rû bi rû bûn li gel dijminekî wek komara îslamî ya Îranê ku dijminê mirovahiyê ye, bi rewa dizanin û hekî hat û PKK ber wê şoreşê bû asteng, em wê yekê mehkûm dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (Îran-Jenêv), ji hemû partiyên Kurdî xwestiye yekrêz bin. Herwiha ji serokê Herêma Kurdistanê û partiyên Başûr, Bakûr û Rojava jî xwestiye, pêşiya şerê birakujî bibin asteng û du aliyên şer PKK û PDKÎ lihev bînin. Wê rêxistinê tekez kiriye ku berî hertiştî planên komara îslamî ya Îranê li deverê, pûç bikin û vala derînin.

Beriya niha bi çand rojan, hejmarek ji Pêşmergeyên PDKÎ`ê bi mebesta encamdana çend çalakiyên leşkerî û siyasî, çûbûn navçeya Kêleşîn(kelaşîn) a li ser tixûbê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, lê gerîlayên PKK ew dorpêç kiribûn û di encamê de, duh 24`ê Gulana 2015`an şer û pevçûn di navbera wan de derketibû holê.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, şer û pevçûn bi awayekî rawestaye û benda biryarên siyasî yên partiyên Kurdî maye.