“Kiyûmers Letîfî” wanebêjê zimanê Kurdî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hate veguhastin

18:18 - 12 Nîsan 2022

Roja Yekşemî 21`ê Xakelêweyê, “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ji girtîgeha bajarê Sineyê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ji sedema veguhastina wî çalakvanê medenî bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Roja Çarşemî 25`ê Reşema sala 1400`an, “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Berê, hêzên ewlehî gef ji malbata wî çalakvanê medenî xwaribûn ku ji medyayîkirina nûçeya binçavkirina navbirî xwe biparêzin û bêdeng bin.

Roja Sêşemî 3`ê Reşema sala derbasbûyî, malbata “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatibû kirin.

Roja Şemî 30`ê Rêbendana sala 1400`an, hêzên ewlehî di encama lipeykevtina malbata “Kiyûmers Letîfî”, bona agehdarbûn ji qedera navbirî, xwîşka wî çalakvanê medenî ya bi navê “Arizo Letîfî” binçav kiribûn û piştî çend demjimêran navbirî azad kiribûn.

“Arezo Letîfî” piştî binçavkirinê bo demek kêm, bi sedema têkçûna rewşa tendirustiya wê û lêdan û kutana wê ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo nexweşxaneya “Tohîd” a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî, 26`ê Rêbendana sala 1400`an, “Kiyûmers Letîfî”, temen 41 salî ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmeta “hevkarî digel yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin.

“Kiyûmers Letîfî”, çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ye û berê jî endamê Encûmena Mewlewî li bajarê Sineyê bûye.

“Kiyûmers Letîfî” di Xermanana sala 1398`an de jî, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û li 5`ê Befranbara hemen salê de, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.