“Kiyûmers Letîfî” bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate veguhastin

18:08 - 16 Adar 2022

Îro Çarşemî 25`ê Reşemê, “Kiyûmers Letîfî” çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew çalakvanê medenî ji rêya telefonê ve bi malbata xwe re ragihandiye ku bo girtîgeha Sineyê hatiye veguhastin.

 “Kiyûmers Letîfî” di heyama binçavkirina xwe de ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Berê, hêzên ewlehî gef ji malbata wî çalakvanê medenî xwaribûn ku ji medyayîkirina nûçeya binçavkirina navbirî xwe biparêzin.

Roja Sêşemî 3`ê Reşemê, malbata çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê “Kiyûmers Letîfî”, bo îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê hatibûne gazîkirin û lêpirsîn digel wan hatibû kirin.

Roja Şemî 30`ê Rêbendanê, hêzên ewlehî di encama lipeykevtina malbata “Kiyûmers Letîfî”, bona agehdarbûn ji qedera navbirî, xwîşka wî çalakvanê medenî ya bi navê “Arizû Letîfî” binçav kiribûn û piştî çend demjimêran navbirî azadkiribûn.

“Arezû Letîfî” piştî binçavkirinê bo demek kêm, bi sedema têkçûna rewşa tendirustiya wê û lêdan û kutnan wê ji aliyê hêzên ewlehî ve, bo nexweşxaneya “Tohîd” a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemî, 26`ê Rêbendanê, “Kiyûmers Letîfî”, temen 41 salî û xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmeta “hevkarî digel yek ji partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin.

“Kiyûmers Letîfî”, çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ye û berê jî endamê encûmena Mewlewî li bajarê Sineyê bûye.

“Kiyûmers Letîfî” di Xermanana sala 1398`an de jî, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin û li 5`ê Befranbara hemen salê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.