“Kiyomers Letîfî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:14 - 16 Şibat 2022

Roja Sêşemî, 26`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Kiyomers Letîfî”, temen 41 salî û xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeya dadweriyê û bi tohmeta “hevkarî kirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê”, ew welatiyê Kurd binçav kirine.

Wê çavkaniyê ragihandiye: “Kiyomers Letîfî” 6 mehan berî niha di bin givaş û gefên hêzên ewlehiyê de, bi awayek nehînî û dûr ji malbata xwe jiyan kiriye.

Herwisa wê çavkaniyê diyar kir: Hêzên ewlehî çend caran bo binçavkirina wî welatiyê Kurd serdana mala xizim û hevalên navbirî kirbûn.

Wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî di heyama wan 6 mehan de, bi mebesta binçavkirina “Kiyomers Letîfî”  li ser yek ji darên berqê yên pêş mala wî, kameraya çavedêriyê danîbûn.

 “Kiyomers Letîfî”, çalakvanê medenî û wanebêjê zimanê Kurdî ye û pêştir endamê encûmena Mewlewî li bajarê Sineyê bûye.

 “Kiyomers Letîfî” li Xermanana sala 1398`an jî, bi tohmeta “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin û 5`ê Befranbara hemen salê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.