Kiryarên hov yên hikûmeta Îranê li Ehwazê şermizar kirin

14:44 - 20 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Zindaniyên siyasî ên girtîgeha Recayîşehr a Kercê destek dan bertekdana welatiyên Ehwazê û kiryarên hov yên hikûmeta Îranê şermizar kirin.

Li gor raorta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek ji girtiyên siyasî li zindana Krec a Îranê, kiryarên hikûmeta Îslamiya Îranê û hêzên leşkerî di kuşt û binçankirna welatiyên erb ên Xûzisatê şermizar kirin û ji saziyên mafên mirovan xwestin da hember wan karên ne mirovane yên rejîma Îranê bêdeng nemîn in.

Bi baweriya wan zindaniyan, hikûmeta Îslamiya Îran bi siyaset û bîrdoziya “Nakokiyan çêbike û hikûmetê bike!” temenê desthilata xwe dirêjdike.

Beriya niha bi çend rojan çerçiyekî bi sedema hejarî û zextên hikûmetê, li bajarekî ser bi Xuremşehr a Xuzistanê hember şaredariyê agir berdabû leşê xwe.

Wî bûyerê bandor li ser hemwelatiyên erb kir û piştî maça fûtbola El hilal a Siûdî Erbistan û Xuzistana Îranê, xwepêşandan kirin ku di encamê de şer û pevçûnek navbera hêzên leşkerî û welatiyan de der ket; hinedek hatin kuştin û birîndar kirin, herwiha bi dehan kes jî hatin binçav kirin.