Kirmaşan/zewit kirina çavkaniya risqê malbata çalakek Siyasî yê Kurd

16:04 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Dezgeha dadverî ya Komara Îslamiya Îranê li bajarê Kirmaşanê, erdê malbatek siyasî yê Kurd zewit kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa û bi gotina çavkaniyek haydar, erdê cotyarî yê malbata çalakek siyasî yê Kurd binavê “Ekiber Sencabî”xelkê gundê “Banî Yaran”ya ser bi bajarê “Qesira Şîrîn”ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê dezgeha qezayî ya Komara Îslamiya Îranê hate zewit kirin.

Çavkaniyê basê vê yekê kir, Ekiber Sencabî ku heyamê 10 salan bû bi tawana endametî li rêkxistina Mucahidînên Gelê Îranê li zîndana Dîzêl Abad ya bajarê Kirmaşanê hatibû hepis kirin ku li sala 1390’a rojî bi danîna qebaleya zewî û erdê xwe ku 100 milyon timen dikir, hatibû mirexesiyê, lê li dema mirexesiyê de winda bûye û çi nûçeyek li ser çarenivîs û rewşa Ekber li berdest de nine.

Ekiber Sencabî li sala 1379’an a rojî bo heyamê 2 salan li jûrên takekesî yên Îdareya Îttlat ya bajarê Kirmaşanê de bûye,ku piştre ji aliyê dezgeha qezayî ya Komara Îslamiya Îranê bi tawana endametî li rêkxistina Mucahidîn de bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin ku piştre hûkmê wî bo zîndana heta hetayî hate kêm kirin.