Kirmaşan/Rêgirî ji çûnederve ya çalakek Kurd bo derveyî Welêt+Wêne

15:05 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Çalakek Mafê Mirovan yê Kirmaşanî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamiya Îranê îzna çûn bo derveyî welat pênahê dayîn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, “Efşîn Kerîmiyan Neseb” çalakê Xwendekarî yê Kurd û endamê îftixarî yê komîsiyona Mafê Mirovan ya parêzgeha Kirmaşanê ku heftiya bihûrî dixwast serdana derveyî Welêt bike, ji aliyê hêzên ewlekariyê li firokexaneya kirmaşanê rêgirî jê hate kirin.

Efşîn Kerîmiyan berwar 19’ê Çiriya Paşîn ya 2009’an li Kirmaşanê hate girtin û bo benda 209 ya zîndana Êvînê hate veguhastin û piştre bi danina barimteya 100 milyon tûmenî hate azad kirin.

\"14090.jpg\"
Efşîn Kerîmiyan Neseb، çalakê Xwendekarî yê Kurd û endamê îftixarî yê komîsiyona Mafê Mirovan ya parêzgeha Kirmaşanê
Efşîn Kerîmiyan Neseb, di meha Tebaxa sala 2009’an de bi tawana handana Xwendekaran bo herifandina Dewleta Îranê û çêkirina civînên nerazîbûnê û xebat jibo bêhêz kirina dewleta Îranê û alikarî tevî partiyek Kurdistanî, ji aliyê çiqa 28 ya dadgeha Şoreş ya bajarê Tehranê bi 10 salan zîndana rawestayî hate mehkûm kirin.

Ew Çalakê Xwendekarî xwediyê bawernameya master ya zanistên siyasî ye û heyamê çendîn salane ku li encumena Jiyar li bjarê Kirmaşanê xebatên çandî dike û li wî heyamî de çendîn caran ji aliyê hêzên Îttlatî hatiye gazî kirin û lêpirsîn jê hatiye kirin.