Kirmaşan/ Xelata mafên mirov bo alimekî olî ê Belûç

14:07 - 26 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Xelata mafên mirovan a Parêzerên dozgerî ên parêzgehên Kirmaşan û Îlam dê bi Molewî Ebdulhemîd Îsmaîl Zihî vere dayîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, xelata mafên mirova a bi nîşaneya muhebet û hezkirinê, herwiha pêkanîna aştiyê, Evsal ji aliyê parêzêrên Kirmaşan û îlama rojhilatê Kurdistanê, dê bi alimê olî ê Sune li Zahîdanê vere dayîn.

Şehab Tecrî – Serpereştê komîsyona mafên mirovan a Navenda Parêzerên dozgeriya Kirmaşan û Îlam, di hevpeyvînekî ligel ajansa Kurdpa ragihand: Komîteyek her sal li Navenda Parêzerên Kirmaşan û Îlamê li ser baştirîn kesê ku pêwîste xelata (aştî) a mafên mirov verbigre lêkolînê dike ku evsal Molewî Ebdulhemîd ji aliyê vê Navendê ve hat hilbijartin.

\"24973.jpg\"
Şehab Tecrî - Birêveberê Komîsyona mafên morovan a Navenda Parêzerên Kirmaşan û Îlamê
Navborî di bersiva wê pirsa peyamnêrê Kurdpa de ku sedema hilbijartina wî alimê olî û navdarê Belûç bo wê xelatê çi bû? got: Ebdulhemîd di çend salên borî de çalakiyên mirovane bo yekgirtin û vekheviya navbera Sune û Şîe li Belûçistanê encam dane ku gor lêkolîna parêzeran ew layîqê xelatê hatiye hilbijartin.

Ew xelat dê roja cîhanî a Parêzeran, di rê û resmeke taybet de bi Molewî Ebdulhemîd li Tehrana Îranê vere pêşkêş kirin.
Herwiha xelata Navenda Parêzerên mafên mirovan jî evsal bi sedema çalakiyên mirovane û aştîxwazane yên Ebdulhemîd, ji aliyê Nêrgis Mohemmedî- Cîgira midûrê Navenda parêzerênê mafên mirovan ve bi wî hat pêşkêş kirin.

Sala borî ew xelata mafên mirovan a Navenda Parêzerên dozgerî li Kirmaşan û Îlamê, bi Şehram Nazirî- Hunermend û dengbêjê Kurd li Kirmaşanê hatibû pêşkêş kirin.