Kirmaşan/ Teqîna 2 mayînan 6 kuştî bi xwe girt

15:21 - 31 Adar 2015
Ajansa kurdpa: Welatiyeke kurd li Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê, bi sedema teqîna mayîneke bi cih mayî ji şerê 8 sale yê Îran – Îraqê, jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh duşemî 30’ê adar (march)a 2015’an, keçeke 17 salî a bi navê Arzû Tehmursî Meniş, ji dayîk bûyî ya Qesir şîrîna Kirmaşanê, bi sedema teqîna mayîneke çandî a serdeme şerê (berioya niha bi 26 salan) ê Îran û Îraqê, dawî bi jiyanê anî.

Tê gotin ew keç dema çêrandina sewalan de rastî wê bûyera nexweş hatiye. Arizû bi sedema teqîna mayînekî bi tundî birîndar bûye û bi dûre bisedema dijwar bûna birînan demildest jiyana xwe ji dest daye.

Ji aliyekî din ve cîgirê Siyasî – Civakî ê waliyê Qesirşîrînê, di hevpeyvînekî li gel “Îrna”ragihandibû: Di heman rojê de, ango duh duşemî di devera “Sumar”a ser bi Qesirşîrînê de, 5 kes ji hêzên leşkerî ku bi tirombêla xwe dever kontirol dikirin, li qereqola “Sêtepan” a sînorî bi sedema teqîneka ku nişkave pêkhat bi hevre jiyana xwe winda kirin.

Ew endamên leşkerî ên ser bi hikûmetê, di nava rêde ligel mayînên bi cih mayî ji şerê Îranê û Îraqê re rû bi rû bûn û tûşî bûyera mirinê hatin.

Gorî raporta Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji sala 2010-2011’an heya dawiya payîza evsal, 132 mayîn li tixûbê Qesirşîrîn li gel Îraqê, teqîyane ku di encamê de 122 kes birîndar û 13 kes jî mirin e.
Hikûmeta Îslamiya Îranê heya niha Peymannameya”Utara” êmze nekiriye ku têkilî bi qedexe bûna bikaranîn, berhem û xwedî kirina mayînan e. Jiber vê zêdeyî 20 milyon mayînê çandî yên neteqiyayî li tixûbên Îranê hatine çandin ku hîna jî karbidetên hikûmetê, helwestek li sir vê pirsê negirtin e. Ew her tim bi xemsarî çav wê pirsgirêka mayînan ku bûyeran diafeirîne dikin.