Kirmaşan: Koroş Pajix bi sebeba teqeya hêzên serkutkar canê xwe ji dest da

17:10 - 24 Çirriya paşîn 2022

Roja Duşemî 30`ê Xezelwerê, welatiyê Kurd yê bi navê “Koroş Pajix” kurê Mihemed û rûniştiyê bajarê Qesira Şîrîn, bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên serkutkar yên hikûmetê li bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.

Hêzên serkutkar yên hikûmetî ev welatiyê ola Yarsan li şehreka “Êlahiye” ya ser bajarê Kirmaşanê di pêvajoya xwenîşandanan de kirin armanca rasterast ya golleyên xwe.

Biryar wisa bû ku roja Çarşemî 2`ê Sermawezê, merasima biaxspartina termê “Koroş Pajix” demjmêr 2`ê paşnîvro li ber deriyê mêrîşora bajarê Qesira Şîrîn bo goristana “Kol Dawûd” a Serpêla Zehawê bê lidar xistin.