Kirmaşan: 86 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên Spaha Pasdarana ve hatine binçavkirin

16:02 - 13 Kanûna pêşîn 2022

Çavkaniyek agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihanbdiye: Di meşa bêdengî ya xelkê Kirmaşanê de, ku êvareya roja 18`ê Sermaweza 1401`an Rojî, li Taqevsanê destpê kir, tenê hêzên ewlehî û serkutkar yên Spaha Pasdaran, 86 xwenîşander binçav kirin.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde kiriye ku, Ev amar tenê, wan kesan ji xwe digire ku ji aliyê hêzên Spaha Pasdarana ve hatine binçavkirin û zelal nine ku hêzên din bitaybet hêzên întizamî çiqas xwenîşander yên xelkê Kirmaşanê binîçav kirine.

Êvareya roja Înê, rêkevta 18`ê Sermaweza 1401`an a Rojî, biryar bû ku xelkê Kirmaşanê bi birêvekirina “rêpêvanek bêdeng” li Bilwara Taqewsan heta sêrêya Meskenê, tevlî gireva seranserî bibin ku, lê, ev rêpêwana xelkê û aştîxwazane jî, bi destverdana hêzên ewlehî yên serkutkaran tundûtîjî li pey xwe anî.