Kirmanşan bîr û bi bîranîna “ Gord Kurd” bilind hat ragirtin

16:10 - 10 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : komek ji nivîskar û hogirên diroka hevçerxa Kurd li despêka 107imîn salroja şorişa Meşrûte ser mezarê Serdar Yar Mihemmedxan ê Kirmanşanî pev hatin.

Gorekî raporta ragihandî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, komîta xwendekariya mafê mirovê sentera advokatên dadgosteriya Kirmanşan, rêresma bilind ragirtina 3yimîn serdarê şorişa meşrûtê anîn pê.

Li wê rêresma bi bîr anînê de, Mamosta Erdeşîr Kişawerz, lêkoler û dîrok nivîsê Kirmanşanî bi 107imîn salwegera şorişa meşrûtê işare kir û benda cidakirina hêz ji yasa ya bineretî de yekik ji poan û babetên mafên mirov li meşrûtê de da şanî dan.

Ewî jê zêdekir ku : başe ku şarezayî bên dest û bo xwenasîn û ewa ku serbihora mebûye gava hildin.

Ev rexnegerê dîrokê ji ihmalkarî û guhnedana berpirs û binkên girêdayî bi qebra Yar Mihemmedxanê Kirmanşanî da ber bas û got : mixabin çi şan û qîmetik bo qebra vî serdarê mezin nehatiye berçav girtin û tûşî xemsarîya berpirsan, bi taybet Mîrasê ferhengiya parêzgehê û parêzgeh bûye û gere bê gotin ku me gere seha xwedîderketin hebe û îro bi amanca xwenasînê bi ciwanên şarê xwe rabigehînin ku dîroka me û şana wê ji bîr nekin.

Raport dide xûya ku, “ Kişawerz” pêşde bi weşana kitêbik bi navê “ Gord Kurd”ji rêz û şana bilinda Yar Mihemmedxan meht kirîbû.

Paşî “Perîsa Ferşçî” ji alikariya komîta xwendekariya mafên mirov yên sentera advokatên dadeweriya Kirmanşan bi taybet Mihemed Salar abadî û Ihsan Rizayî sipas kirin û got : bi wî halî ku sedsalik ji Şehîd bûna vî serdarê mezin derbas bûye, tim dibînin ku li tenişta minomênt û bi bîranîner yê serdaran Settarxan û Baqirxan li cê curbicurên welatê me de, navê vî mezinî ji bîran çoye û bi bîr anîna vî bi tinê bi mezarik tarî û bûdeng qut bûye.

Mezarê vî serdarê mezin li hewşa inbardariya sentera Behdaşta şaristana Kirmanşan li xîyawana Neqliyê deye.

Ehmed Kesrewî, dîrok nivîsê berçavê Meşrûtê li cildê 2yima “ Tarîxê Meşrûtê yê Îran” de dinivîse : tenya kesên ku ji şarên Îranê bi alîkariya Tewrêzê hatin, Yar Mihemedxan û hevalên vî bûn.

Yar Mihemedxan kurê Mihemed ji xêla Erdelan û Banû Bilqêys ji xêla Balwend, bi hatin gotinek li sala 1250 û bi hatin gotinek din li sala 1254a rojî de li Kirmanşan, ji dayîk bû.

Ji nas navên Yar Mihemedxan mirov dikare bi, Gord Kurd, xet şikênê Meşrûtê û serdar Mocahid işaret bike.

Ev serdarê meşrûtê paşî hevkarî û tevheviya bi meşrûtê li Kirmanşan, Tewrêz û Tehranê li incam de li 13 heyva Mêhra 1291a rojî bi destê ajanên Ebdul Hosêyn Mîrza Fermanferma hakimê Krmanşanê tê tiror kirin.
\"14441.jpg\"

\"14447.jpg\"

\"14450.jpg\"

\"14448.jpg\"

\"14449.jpg\"

\"14446.jpg\"

\"14445.jpg\"

\"14442.jpg\"

\"14443.jpg\"