Kirmanşan bi rê çona lîstokên taybet bi keçên Kurd

16:39 - 18 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: yekimîn qonaxa fistîvala lîstokên kecên Kurd li parka “ Şahid”a şarê Kirmanşan bi rê ço.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, yekimîn qonaxa fistîvala lîstokên taybet bi kçên Kurd li temenê 9-12 salî yên parêzgehên Kirmanşan, Hemedan, Kurdistan, Loristan û Îlam, kuta bû.

Li vê fistîvalê de keçên her yek ji van parêzgehan lîstokên herêmî tev sitranên taybet bi herêma xwe pêşkêş kirin ku listokên mîna, “ Verîs kêşandin, nigar kêşandin, Daye memde be gurge, hengile şele” û çend lîstokên din şanî dan.
Li vê fistîvalê de 75 keçên Kurd pişkdar bûn û têde tîma keçên parêzgeha Loristan, Îlam û kirmanşan bi rêzê pila yekim heta 3yê bi dest anîn û xelatê taybetê fistîvalê pê dan.

Bi gotina şarezayên çandî zêdetir ji 2,500 lîstokên herêmî û xwemalî” Hemzel, Qarên, zoran bazî, Helokên, Berdên, Qere qerê û helway be Şepan” li welatê Îranê de hene ku li sedem nebûna komfor û derfetran bo şanî kirin, pitirên wan ber bi ji bîr kirinê diçin.
\"15427.jpg\"

\"15426.jpg\"

\"15428.jpg\"

\"15425.jpg\"

\"15430.jpg\"

\"15434.jpg\"

\"15433.jpg\"

\"15432.jpg\"

\"15431.jpg\"

\"15448.jpg\"

\"15449.jpg\"

\"15447.jpg\"