Kirmanşan / kêm mînaka jornalîstên Kurd li midê deshilatariya dewleta 11ê

21:34 - 3 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: senterên êminî-dadweriyên hukûmeta islamiya Îranê li Kirmanşan, li bere bera yek yek saliya bi deshilat gihîştina dewleta Tedbîr o Omîd ya Hesen Rohanî de, hejmarik ji welatiyan( yên aligirê sitada dewletî), bang kirin û ketin ber jê pirsînan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniay kurdpa; şaxa 3a dadseraya giştîû inqilaba Kirmanşan, îro, 12ê Gelawêj, 3 August 2014, 2 rojname nivîsên Kurd bi navên Elî Mohemmed Islampûr û Ferzad Pûr Moradî, bang kirine.

\"21233.jpg\"
Elî Mohemmed Islampûr û Ferzad Pûr Moradî
Ev 2 welatiyên Kurd, erkê sernivîskariya belavoka Newayê Weqt û sîta Kirmanşan Post li ustiyê vane û gere li rojên Sêşem ûÇarşema vê heftiyê de, xwe , bi binka polîsê FTA bidin nasîn.

Serekaniyik agadar, bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand: roja borî jî, Emîr Salihî, debîrê hizba Merdom salarîû bi rê birê malpera wê hizbê li parêzgeha Kirmanşan de, bi mideyk li rewşa girtinê de bûye.

Emîr Salihî, bi hegera şikayeta dezgeha giştiya Cehada Kişawerziya parêzgehê, hatiye dadgehî kirin û paşî bi danîna barmitê hatibû berdan.

\"21232.jpg\"
Azermî, cêgirê siyasiyê parêzgarê Kirmanşan
Sîpelên berpan yên bandor xistin ser jornalîstên Kurd li şarê Kirmanşan, bi daxistin û fîlter kirina sîta hizba Tosiêûû herşên Azermî, cêgirê siyasiyê parêzgarê Kirmanşan li web nûs û jornalîstan, ketiye qonaxik nû de.

Serekaniyê bas ji bang kirina Isfendiyar Nîrî, bi rê birê weblog ya Edeb û Ayinê, bi dadgehê kir û ew jî got ku: gişt wan bandor xistinan, ji aliyêşaxa 3a dadsera giştîû inqilaba Kirmanşanê de hatiye kirin.

\"21234.jpg\"
Emîr Salihîû Isfendiyar Nîrî
Li domê de, nûçe gihanê Kurdpa ew jî got: Mohsin Çenanî, berpirsê binke û sitada Dr. Arif, tev şikayeta dezgeha Mirasa Ferhengî rûberû bûye û heya nihajî xwe nedaye dest wan.

Sîpelên bing kirin û bandor xistin li Kirmanşan, li vî mideyî de, bi berewird kirin tev dewleta 9êû 10êû heya qewimiyên sala 1388 de jî bê mînak bûye.

\"21235.jpg\"
Mohsin Çenanî, berpirsê binke û sitada Dr. Arif
Li midêçend heyvên borî de, pişkik ji welatiyên Kurd yên li parêzgeha Kirmanşan, ji xebat û kirarên Ibrahîm Rizayî, parêzgarê Kirmanşan, nerazîne û navbirî bi hevkarî nekirin û dijatî tev programên dewletê, tometbar kirine.

Çend roj pêş nihade jî, rêxirava nûçe gihanên bê sînor, xêncî rexne girtin ji sîpelên nû yên girtin û bandor xistin ser rojname nûsan, hukûmeta islamiya Îranê bi berpê kirina mafê azadiya awirdan, tawanbar kiriye.