Kirman/ Ciwanekî Kurd hat daliqandin

15:31 - 8 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd yê 20 salî, li zindana Şehab a Kirmana welatê Îranê, hat darvekirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berbanga sibeha roja şemî 7’ê şibat (february)a 2015’an, ciwanekî temen 20 sal bi navê Lazim Pûrreşîdî, li hewşa zindana navendî a Kirmanê hat daliqandin.

Navborî ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê ve bi bazerganî kirin bi madeyên hişber hatibû tometbar kirin.

Ew ciwanê Kurd xelkê gundê “Halûlan ”ê ser bi navçeya Sîlwane li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê bû.

Gorî Yasayên Cezadana hikûmta Îslamiya Îranê, Berhemîner, qaçaxçî yan cî bi cî kerê 5 kîlogiram tiryak, 30 giram zêdetir êroîn, morfîn yan her madeyeke din a hişbera pîşeyî wek; şîşe ligel cezayê darvekirinê re rûbirû dimîne.